{"product_id":"suc-u-ceza","title":"Sûc û Ceza","description":"\u003cp\u003eEv berhema Dostoyevskî ji sala 1886an ve ji aliyê bi milyon kesan ve hatiye xwendin, niha jî tê xwendin û wisa xuya ye ku wê di rojên pêş de jî were xwendin. Ev berhem ji şaheserên wêjeya Rûsî ye ku navê xwe li rûpela wêjeya dinyayê nivîsandiye.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eSûc û Ceza hestên mîna alozî, nakokî, şikestin, hêvî, bêhêvîtî, mêrkujî, poşmanî, xewn û xeyalên tirsnak ên ku di jiyana mirovan de tên dîtin, di şexsiyeta lehengê xwe Raskolnîkov de li ber çavan radixe. Raskolnîkov lehengêkî ji nav jiyanê ye; şagirdekî zanîngehê ye ku di nav xizaniyeke dijwar de diperpite û ji ber vê yekê biryarekê dide. Lê mixabin, ev biryar kuştina yekî û jiyana wî lê heram dike.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eŞevên bêxew, xewnên tirsnak, şayesandina bûyeran û kesayetan; mirov bi xwe re dibe ode, hewş û kolanên wî bajarî. Lewma di vê berhemê de tansiyon her car bilindtir dibe.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eSûc û Ceza şaheserekî hêjayî xwendinê ye û ji bo romannûsan jî mînak û çavkaniyeke bêhempa ye.\u003c\/p\u003e","brand":"Fyodor Dostoyevski","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":54457394528594,"sku":null,"price":24.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0983\/4253\/5506\/files\/suc-u-ceza-kurdische-ausgabe-buchcover.webp?v=1788108688","url":"https:\/\/pirtukenme.com\/ku\/products\/suc-u-ceza","provider":"Pirtûkên Me","version":"1.0","type":"link"}