Agahiyên pirtûkê
Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)
TVA tê de ye. Şandin zêde ye
Danasîn
Rojnivîskên Sirgûnekî tomarkirinên hilbijartî yên rojnivîska Zinarê Xamo ji salên 1985 heta 1999an li hev tîne. Piştî gihîştina Swêdê, wî dest pê kir ku ezmûnên xwe yên sirgûnê bi rêkûpêk tomar bike.
Ev nivîs behsa hevdîtinên kesane, nîqaşên siyasî, xebatên çandî, bêhêvîbûn û hesta xerîbiyeke domdar dikin. Di heman demê de, wêneyekî zindî ji jiyana Kurdên li Swêdê û diasporaya wan salan derdikeve holê.
Parçeyên ji rojnivîskê:
02.11.1985: Nêzî saet 20:30 ji salona paşîn ji nişka ve dengekî teqînê hat bihîstin û pişt re qîrîn û hawarên mezin rabûn. Min dît ku Malmîsanij kesek girtibû, lê ew kes hewl dida ku xwe ji destê wî rizgar bike.
16.01.1986: Mehmed Uzun li Lararhogskolanê derbarê romana xwe Tu de civînek li dar xist. Cimşîd Heyderî, bavê Nazê, got: “Bes e, ev dizî ye.” Hewa ji nişka ve guherî û atmosfera pir nerehet bû.
19.05.1987: Kes nizane em vê rojnameyê di bin çi şertan de derdixin. Bêyî vê îdealîzmê me tu carî nikaribû wê çap bikin.
28.11.1992: Me xwar, vexwar û bi axaftina li ser siyasetê dilên xwe vala kirin. Bi rastî, her car ku em têne cem hev, mijara me siyaset e. Em gelek diaxivin, lê nagihîjin encameke zelal.
10.03.1996: Di vî welatî de ez gelek caran xwe wek kesekî ku bi girtina heta dawiya jiyanê hatiye cezakirin hîs dikim, ji ber ku nizanim cezaya min kengî dê bi dawî bibe.
31.05.1999: Di jiyana xwe de qet ewqas xemgîn û bêhêvî nebûbûm. Ji bo min, îro yek ji rojên herî biêş e.
Bi vî awayî pirtûk hem belgeyek kesane ya sirgûnê ye, hem jî kronîkeke çandî, civakî û siyasî ya nifşekî Kurd li Ewropayê.
Agahiyên pirtûkê
Verlag & Hersteller
Versand & Rückgabe
EU-weiter Versand. Du hast 14 Tage Rückgaberecht. Die Versandkosten werden im Checkout berechnet.