{"product_id":"leyla-u-mecnun","title":"Leyla û Mecnûn","description":"\u003cp\u003eNizamiyê Genceyî (1140–1208) li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir jî wefat kiriye. Gence paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de, dayika xwe wekî Kurd dide nasandin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eNizamî zanayê felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê wî û berhemên wî ji sînorên Îran û Rojhilata Navîn derbas bûne û gihîştine çaraliyên cîhanê. Di edebiyata Farsî de, di hunera vehûnana çîrokan de, heta niha kes negihîştiye payeya wî ya bilind. Hunera wî bandoreke mezin li ser edebiyata gelên Rojhilata Navîn kiriye û gelek nivîskar bi zimanên Farisî, Tirkî û Kurdî rêça wî girtine. Ji nav pênc berhemên wî, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn bêtir bandor kirine, bi gelek zimanan hatine wergerandin û bûne mijara fîlm û şanoyan. Şairên Kurd ên Kurmancî û Goranî jî ev her du berhem wergerandine an adapte kirine.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003ePerwîz Cîhanî berê Xosrew û Şîrîna Nizamî wergerandibû û vê carê jî Leyla û Mecnûn wergerandiye. Wî wergera xwe bi awayekî afirîner û hunerane kiriye; neketiye pey qalikê peyvan, lê kakilê çîrokê bi kirasê Kurdî xemilandiye. Wergera wî bi wezna heceyî hatiye hûnandin û ji 5636 beytan pêk tê.\u003c\/p\u003e","brand":"Nizamîyê Genceyî","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":54457394790738,"sku":null,"price":19.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0983\/4253\/5506\/files\/leyla-u-mecnun-kurdisches-buchcover.webp?v=1788108774","url":"https:\/\/pirtukenme.com\/ku\/products\/leyla-u-mecnun","provider":"Pirtûkên Me","version":"1.0","type":"link"}