{"product_id":"kustina-civikan","title":"Kuştina Çivîkan","description":"\u003cp\u003eYek ji romanên herî naskirî û herî hezkirî yên cîhanê ye; li zêdetirî çil zimanan hatiye wergerandin, zêdetirî çil milyon caran hatiye firotin, di sala 1961ê de Xelata Pulitzerê wergirtiye û di sala 1962an de jî wek fîlmeke ku gelek Oscar wergirt hatiye çêkirin: Kuştina Çivîkan, ku ji roja çapbûna xwe ve wek yek ji şaheserên edebiyata cîhanê tê pejirandin, bi wergera Ekrem Koçbaşi niha bi Kurmancî jî heye.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHarper Lee di romana xwe ya yekem de, ji çavê keçika biçûk Scout Finch ve, me dibe nav cewher û xwezaya mirov. Ew behsa newekhevî û bêgunehiyê, nefret û evînê, azadî û nijadperestiyê, êş û kenê dike. Çîrok, ku li dora dadgehkirina zilamekî reş pêş dikeve, bi zimanekî sade û zarokane me dixe nava ramanê li ser edalet, rastî û mirovahiyê.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003e“Ya bi dilê min ew e ku tu herî nîşana tenekeyan bigirî li hewşa piştê, lê ez dizanim tê herî nîşana çivîkan bigirî. Here li hemû qelebaskan bixe, ku bikarî; lê bila ji bîra te neçe ku kuştina çivîkan guneh e.”\u003c\/p\u003e","brand":"Marper Lee","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":54457397477714,"sku":null,"price":14.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0983\/4253\/5506\/files\/3-kustina-civikan20250515100655.png?v=1788105524","url":"https:\/\/pirtukenme.com\/ku\/products\/kustina-civikan","provider":"Pirtûkên Me","version":"1.0","type":"link"}