{"product_id":"dicle-diherike-dile-min","title":"Dîcle Diherike Dilê Min","description":"\u003cp\u003eXwedê dil daye herkesî, lê hêza ku wî dilî tenê bikşîne, nedaye tu kesî. Dilek nikare evîna du hezkiriyan bikşîne, lê du hezkirî dikarin bi hev re dilekî bikşînin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHeke du dil bigihêjin hev, ew wisa ye ku du parzemînên ku bi salan ji hev qetiyayî bûn, careke din werin cem hev. Şûna wan a berê di hev de xuya dibe. Di navbera wan de çiqas wext derbas bibe jî, dîsa hev nas dikin. Kêmasiyên xwe bi hev temam dikin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHer tişt ji vî welatî diçe. \u003cspan\u003eMirovên \u003c\/span\u003ewî diçin û dibin penaber, çemên wî dibin xemla erdnîgeriyên biyanî. Welatê bilind, derdê te çiqas mezin e. Nalîn ji te bilind dibe. Her derê te birînek e û birîn li ser birînê di te de vedibin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eÊdî dem hatiye ku divê her Kurd yek ji birînên te bike para xwe, da ku di erdnîgeriya te de tu birîn nemîne. Divê tu êşê ji ser xwe rakî. Êdî wextê birîndaran hatiye. Birînên te jî wê wan bistînin û wek merhemê xwe li ser bedena te bixin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eTu hewceyî birîndaran î.\u003c\/p\u003e","brand":"Eyüp Kiran","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":54457394364754,"sku":null,"price":19.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0983\/4253\/5506\/files\/dicle-diherike-dile-min-kurdisches-buchcover.webp?v=1788108632","url":"https:\/\/pirtukenme.com\/ku\/products\/dicle-diherike-dile-min","provider":"Pirtûkên Me","version":"1.0","type":"link"}