Agahiyên pirtûkê
Dîcle Diherike Dilê Min
TVA tê de ye. Şandin zêde ye
Danasîn
Xwedê dil daye herkesî, lê hêza ku wî dilî tenê bikşîne, nedaye tu kesî. Dilek nikare evîna du hezkiriyan bikşîne, lê du hezkirî dikarin bi hev re dilekî bikşînin.
Heke du dil bigihêjin hev, ew wisa ye ku du parzemînên ku bi salan ji hev qetiyayî bûn, careke din werin cem hev. Şûna wan a berê di hev de xuya dibe. Di navbera wan de çiqas wext derbas bibe jî, dîsa hev nas dikin. Kêmasiyên xwe bi hev temam dikin.
Her tişt ji vî welatî diçe. Mirovên wî diçin û dibin penaber, çemên wî dibin xemla erdnîgeriyên biyanî. Welatê bilind, derdê te çiqas mezin e. Nalîn ji te bilind dibe. Her derê te birînek e û birîn li ser birînê di te de vedibin.
Êdî dem hatiye ku divê her Kurd yek ji birînên te bike para xwe, da ku di erdnîgeriya te de tu birîn nemîne. Divê tu êşê ji ser xwe rakî. Êdî wextê birîndaran hatiye. Birînên te jî wê wan bistînin û wek merhemê xwe li ser bedena te bixin.
Tu hewceyî birîndaran î.
Agahiyên pirtûkê
Verlag & Hersteller
Versand & Rückgabe
EU-weiter Versand. Du hast 14 Tage Rückgaberecht. Die Versandkosten werden im Checkout berechnet.